Mehbûbê Bi Dil Bit

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Mehbûbê Bi Dil Bit
by Melayê Cizîrî

Mehbûbê bi dil bit me bi evraz-i çi hacet
'Enqa bi xwe bêtin firr û perwaz-i çi hacet

Ney dûr e hebîbê me çi firyad û fixan kîn
Wê guh li demîra dil e awaz-i çi hacet

Go suxte murada xwe ji min telbe ke îro
Min go ji kerîm telbe û daxwaz-i çi hacet

Min nale refîq in xem û tehlî ne muşahib
Firyad-i enîsê min e demsaz-i çi hacet

Dildan û newaziş çi ne duşnam-i bes in min
Pir derd û cefa hurmet û i'zaz-i çi hacet

suhbet bi mey û çeng-i hebîbê me bivêtin
Firyad û fixan mi ne bes saz-i çi hacet

Razên me çi hacet weko xemmazî bizanin
Eşkên me bes in dîde'ê xemmaz-i çi hacet

Herlehçe çi hacet ko bi nazan bikujî min
Cana ji xwe qurbana te me naz-i çi hacet

Ta çend-i bi hecra xwe tu min tecribe înî
Zêrê ji xwe xaliş mehek û gaz-i çi hacet

Hacet niye cana yedê beyda bi deranîn
Inkara di dîn da nebit i'caz-i çi hacet

Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê
Encamê serencam-i ji axaz-i çi hacet

Ger lû'lû'-i mensûr-i ji nezmê tu dixwazî
Wer şi'rê Melê bîn te bi şîraz-i çi hacet

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse