Medhiye û Mersiye

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Medhiye û Mersiye
by Ehmedê Xanî

Kanê Muhammed beg gelo? Ka Padîşahê Serhedan?
îro ji dil bigrîn dilo! ka Padîşahê Serhedan?

îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêşetê
Kanê xwedanê xîretê, ka Padîşahê Serhedan?

Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav
Bala bilindê perr belav, ka Padîşahê Serhedan?

Kî, dî we reng zatek şerîf, erkan û ezmanek letîf
Alem didest wî bû zeîf, ka Padîşahê Serhedan?

Koma Dimil bû sê hezar, sed Mîrekan vêkra du car
Jêk rakirin, kir tar û mar, ka Padîşahê Serhedan?

Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî
Xanê Dimil ker bû, çirrî, ka Padişahê Serhedan?

Kanê ezîzê Misrîyan, kanê edûwwê Wanîyan
Kan hevrikê Mahmûdîyan, ka Padîşahê Serhedan?

Kanê emîrê namîdar, serhed nişînê xundekar
Pasan ji bo pêşkês hinar, ka Padîşahê serhedan?

Kanê emîrê zî funûn, ka aqilê teb’et cunûn
Alem li ber wî bûn zebûn, ka Padîşahê Serhedan?

çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin
Kom û heşem ber Ba kirin, ka Padişahê Serhedan?

Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê leng
De’wa dikir biçye Frenk, ka Padîşahê Serhedan?

Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt
Heybet ji wan dîwan di girt, ka Padîşahê Serhedan?

Wextê bi ser hespê diket, şeş caniban rev pê di ket
Heybet bi ser xelqê di ket, ka Padîşahê Serhedan?

Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîşe bû
Nazik tebîet şîşe bû, ka Padîşahê Serhadan?

Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roşen zemîr
Hetta xweşîn nakin ji bîr, ka Padîşahê Serhedan?

Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn
Man şubhê firdewsê berîn, ka Padîşahê Serhedan?

Ferşên di dîba û herîr, îstebreqên wî bê nezîr
Bê îxtîyar mayîn ji bîr, ka Padîşahê Serhedan?

Ev xalîyên ermûşê qezz, wernagirin kes şubhê xezz
Xalî bûyîn meydan û rez, ka Padîşahê Serhedan?

Rez bû mîsala cennetê, eywan ji sun’a qudretê
Kes nîne tê ket suhbetê, ka Padîşahê Serhedan?

Elmas û le’l û gewheran, Tomar û tac û bin perran
Hedd nîne bêxme defteran, ka Padîşahê Serhedan?

Ew şehnişîn û hewz û av, nêçîrgehê pirr seyd û rav
Nabit bibêjim ez bi nav, ka Padîşahê Serhedan?

şahînşehê gerden firaz, aza kirin Teyhûn û qaz
Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka Padîşahê Serhedan?

Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit şikar
Teyxûn û Terlan man li xwar, ka Padîşahê serhedan?

Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek
çavet spî bin ey Felek! Ka Padîşahê Serhedan?

Taq û Rewaq û menzeran, kosk û kelat û xeyberan
Wan cumle nîşan heyderan, ka Padîşahê Serhedan?

Ew cumle, wî îcad kirin, her çend qewî bunyad kirin
çerxê, hejand berbad kirin, ka Padîşahê Serhedan?

Xwahê Kelatan bê zefer, dijmin ji ber wî bê meferr
Wê çûye nêva ax û ber, ka Padîşahê Serhedan?

Dunya di borîtin bi dor, umrê ezîz nadin bi zor
Dewlet di bên: Naçîte gor, ka Padîşahê Serhedan?

Yareb hebit ocax qedîm, emmên di wî, xweş bin emîm
Bilxasse ew durra yetîm, ka Padîşahê Serhedan?

Durdanyê gewher sedef, ew ma ji wî neslê xelef
Ya Reb nekî wan zû telef, ka Padîsahê Serhedan?

Xanî! Tu jî, destan hilîn, Her çend ku zêde dil kulîn
îro ji mîrê sailîn, ka Padîşahê Serhedan?

Em jî di bên: Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval
Ka tac û text û mulk û mal, ka Padîşahê Serhedan

Ka mîrek û xan û xwe dan, ka çadir û konê vedan
Zozanê Qardox û Medan, ka Padîşahê Serhedan?

Kanê welat kanê welat, ser kanîya avul heyat
Ka Xizrê azadî ne hat, ka Padîşahê Serhedan?


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.