Me Lew Fincan Li Ser Dest e

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Me Lew Fincan Li Ser Dest e
by Melayê Cizîrî

Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû
Numayên min di mir'atê meya safa zelal ebrû

Bi şîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî
Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal ebrû

Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê carek bit
Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du sal ebrû

Meşî mestane reyhanî dilê min dî di amancê
Reşandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal ebrû

Sehergeh zuhresîma wa diçû gulşen bi seyranê
Bi ser çehvên Nişanî da xiramê ew hilal ebrû

Dibên xawerperest î tu nizanin min di keşfê da
Numayên min di şerqê nazika gerdenşemal ebrû

Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêşayî
Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû

Me cewher 'unsurik xamis numa îro di tali' da
Di vê teqwîmê insanî li tali' bûne fal ebrû

Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê
Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû

Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê
Didit min terfeti l-'eyni cewaba sed su'al ebrû

Di batin secdegahê min li ber wan herdu ebrû ne
Bi 'eynê taqê mihrab in di 'ilmê ehlê hal ebrû

Eger de'wayê Mûsayî di 'işqê da bikim ca'iz
Mela dayim tecella ye ji wê terha şelal ebrû

Bi şîrînî bi zîbayî çi katib bû we kêşayî
Te'ale l-lah nişan dane we şîrîn ev misal ebrû

Ne şîrîna li derbendê ne mehbûbê Semerqendê
Ne kêşayîn bi vî rengî li neqşê bêzewal ebrû

Nişana qabê qewseynê ko qews avête ebsaran
Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal ebrû

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse