Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered
by Melayê Cizîrî

Me ji bil husn û cemalê çi xered
Bê cemalê ji peyalê çi xered

Ger ne teşbîhê du birhên te bitin
Me di 'îdan bi hilalê çi xered

Ger ne qesta dil û canê me dikit
Me ji wê şox û şepalê çi xered

Ger ne rûhê me di pê dil biretin
Me ji wê qenc û delalê çi xered

Ger ne bi-’smê te mu'emma bin hurûf
Me bi şiklê xet û xalê çi xered

Neko şermende ji rûyê te biwa
Afitabê bi zewalê çi xered

Qestê wehdet dikirit rûh-i bi rûh
Wer ne 'aşiq ji wisalê çi xered

Di şebê qedrê tecella tu bikî
Me li pê mûm û şemalê çi xered

Ne cemala te tecellî bikirit
Me ji xoban bi cemalê çi xered

Ne ji le'lên te Mela behsê bikit
Me ji vê behs û su'alê çi xered

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse