Mûy Spî Kirdim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Mûy Spî Kirdim
by Nalî

Mûy spî kirdim be şuştin avî eynî şor e şet
şor e şet yeînê ke tê da xo qelb û bebet

Helgire wek momî kefûrî beşew da mû be mûm im
Wa siyarû bû be xwênim nuqte nuqte xet be xet

Min delêm şew bû be roj nefsim delê roj bû be şew
Ew musîbe çunke çawî pê spî bû min xelet

Rewxenî dîde rijaye serkîtabî xetî xom
çaw le îşî ew spî nûrîş be ser ew da seqet

Serd û germ e ahekem sewsegiyay kirdim be pûş
Payîzî rû bû be burdî sûr û zerdî muxtelît

Wechekem îsmî beyaz ema wereq zerd û siya
Ba muxetet bê be kefûrî keşîdey xoş nemet

çûnke lewhî rû siyeh rûzerdî bê tezînî ye
Xwênî çawim ced Walî bê qetre kanîşî nuqet

Neqşî du mûyî bedewrî rû debête eybî şeyb
Ayeney rûpakî ye rûnakî ye nûr û şemet

Ya gedayêk e xenî ya padîşahêk e feqîr
Lem duwe xalî nî ye Nalî le rûy hedî weset

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse