Lillahil Hemd Ji Yarê Me

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Lillahil Hemd Ji Yarê Me
by Melayê Cizîrî

Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb
Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb

Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne
Me ji feyda te ye mestane rewan ça me lebaleb

Mestê şehkasê meya cezibeyên rûhî didîn
Rûh dizanit ko ji ber lezzetê 'işq mame lebaleb

Nêrgiza mest-i ji bala çimena sinbil û gul tê
Qedehê taze bi destê xwe meşî da me lebaleb

Wehdetê şirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd
Em lebaleb çi lebaleb bi xwe hem came lebaleb

şem' û perwane bi zatê xwe ji halê me di dûr in
Ateşek şirf e ji 'işqa te vewesta me lebaleb

Qedehek taze ji 'işqê di ezel da me hekîmî
Jê dinoşîn hey û hey hê bi xwe cama me lebaleb

Carekê goht-i Nişanî ne Mela yî were banî
Ev dixwast me ji dil û can dehen û kame lebaleb

Te dizanim te dibînim ko tu yî nûra wucûd
Ellah ellah ji çi nûr e di seraya me lebaleb

Ji 'inayet nezerê xasse ko her meşre' û beytek
Qedehên aba heyatê ne di şi'ra me lebaleb

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse