Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Lew Seher Cewlan Didit (Rast û Çep)
by Melayê Cizîrî

Lew seher cewlan didit bayê şebayê rast û çep
Sosin û sinbil bi mestî bên semayê rast û çep

Da ji mihraba du nûnan secde bit Eswed-hecer
Dil bi mîzan mahê new ebrû numayê rast û çep

Dil ji biska filfilîn bû fir dida xala siyah
şehperê zulfa şepalê dalê dayê rast û çep

'Alemek wêranê zulfên te ji rengê 'enberê
çerx û perwazê didin carek li bayê rast û çep

Xencer û tîr û teber barîn şubih berq û birûsk
Misriyan lami' ji elmasan didayê rast û çep

Teyrik û 'iqd û şerab û netrik û berg û wereq
Her bi lerz û cezbeyên yaqûtê tayê rast û çep

Bişkoyên benda girîbanê ji rengê kewkeban
Berq û tîr û jîn ji Xwirşîdê vedayê rast û çep

Kewkeb û qewsê qezeh lû'lû'ê benda heyderî
Tên tewafa zulf û xalên dilrubayê rast û çep

Dil dixwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr
Her bi qanûn mujdeya xeybê ji nayê rast û çep

Zengiyan cewşen vebestin pêşberê coqa hebeş
Daberistin yek bi yek çûn ber liwayê rast û çep

çingaçinga bişkowan awaz û dengê zergowan
Sed melayik guh didin ber wê newayê rast û çep

Lew ji 'işqa wê dinalin bazin û berg û wereq
Cezbeya dil min ji remza wan gihayê rast û çep

Zuhre û 'iqda sureyyayê di şerqê keşşifîn
Leyletu l-qedrê ji mexrib perde dayê rast û çep

Zuhrerengê Mah û Xwirşîdê ji bala wê numa
Lew du kewkeb çûne vê ra istiwayê rast û çep

Bête eywanê ji xelwê horiya qudsî-sirişt
Sed hezaran hor-i qudsî tên liqayê rast û çep

Ma Melayî ez lebê le'l ab-i heywan bit nesîb
Qudsiyan ragirtiyin destê du'ayê rast û çep

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse