Lebgul û Gerdangul

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Lebgul û Gerdangul
by Ebdurehmanê Axtepî

Leb-gul û gerdan-gul û xebxeb-gul û rûxsar e gul
Dem-gul û çehre-gul û len-gul seraser yar e gul

Qed-gul û qamet-gul û xedde munewwer gulgulî
Cubhetê beyda gul e gul-turreya turrar e gul

Çendî nazek herekat e butê gulê pîrê henem
‘Îşwe-gul, nazî-gul û rûniştin û ruftar e gul

Nîn e kes yarek wekî yarê me yekser gul bitin
Zulfê mişkîn bûyî gul hem kakul û mekkar e gul

Mislê bilbil bêhiş ê yarê gul endam im çira?
Çunkî gêsû helqedar in perçemî ‘eyar e gul 

Hem zenexdan gul heme gulsiye gul ber gul temam
Goşîwarê zer li ser gul nikhetê dildar e gul

Aşiq im wek bilbilê fesla biharê gul bi dest
Lew di nêv camê me îxfa ye gul û îzhar e gul

Zend û baz û gul bizane kefgul û esbe’gul e
Xunçedêm lew aşiqan subh û mesa ezkar e gul

Çeşmê min eynî gulab e ji dîtina yarê ezîz
Xende-gul, bûse-gul û awir-gul û dîdar e gul

Dilberê gulben çû gul hîna ve be der alemê
Ewwel û axir gul e, alem hemî gulzar e gul

Yarê min terkîba endamê gul e, yekser gul e
Werdê min daîm gul ê, hem qelbê min efkar e gul

Afetê ‘eşqa te ser min cumle gul tên gulşenê
Meqseda aşiq çi gul bit seng e gul hem xare e gul

Xalîba "Rûhî" muşerref bû bi wesla gul-rûxan
Lew xezel gul gul dibêjit serteser tekrar e gul


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.