Le Ser Tenafî Ke Lerzî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Le Ser Tenafî Ke Lerzî
by Hecî Qadirê Koyî

Le ser tenafî ke lerzî hetîwî sindûsî
şika meta’î zerîfî û qîmetî lûsî

Tenafî pirdî sîrat e munaziran mehşur,
Mekanî mel’eb e heşr e le mu’mîn û rûsî

Sema ye ‘ersey bazîy gurîsî kahkeşan
Star e nazîr û mahîş hîlalî me’kûşî

şu’a’î şe’şe’î şem’ e meş’elî mahî
Le şermî tell’etî ew şew debête casûsî

Munasebey ew û Leyla, mîsalî dêw û perî
Muşabehey ew û ‘Ezra, xezal û casûsî

Dû çawî ‘eynî nexoşî le nêw serî zullfî
Giran û sûk e le tirsî reqîbî kabûsî

Le kuncî xaneqe sofî xiza û neyzanî
Tema’î dînî nebê ya emanî namûsî

Wa heşr e sofî bifermû heta le dunya da
Sîyahrûy û xellq bizanê salûsî

‘Uyûnî tenqetî’u mîn nî’metî llahî
Adîqnî dem’î îla ma tublî melbûsî

We ‘eynî ‘ade lîtebkî fema stetale lena
‘Ela fîraqî men ehwa yekunu mey’ûsî

Fîday lengerî destî Sînanî Keykarûs
Direfşî Kawe, rimî Gîw û nêzey Tûsî

Ke hat û kewte sema ‘îsewî şika û nema
Helahelay killêsa, seday naqûsî

Ke hate xende û fermûy: Yellancî maşella
Be sadîqî buwe ‘îsayî mîlletî Mûsî

Heçî ke hate temaşa be nûkî mujganî
Fe ha’ula’î ‘ebîdî le ser dillî nûsî

Be wesfî qetre be derya ye şa’irî weku min
Eger be qafîye danêm luxatî qamûsî

Le qafîye şu’era ‘eyb e la biden emma
Be yadî çawî emin la dedem be mexsûsî

Cebînî mah û, ruxî mîhr e, zullfî şew, dehenî
şebeb be qafîyetengî bû Hacî neynûsî


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.