Le Roma Kewte Ber Çawim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Le Roma Kewte Ber Çawim
by Hecî Qadirê Koyî

Le Roma kewte ber çawim kesêkî ha’îm û heyran
Be hey’et û têy geyîm kurd e be şêwey ehlî Kurdistan

Ke çûme xidmetî pirsîm: Birader xellkî kam cêga yî?
Le kam la hatûyî? Girya, gutî: Baban! Gutim: Baban?

Dillim dawe, gutim: Bawke hemûman bêkes în lêre
çi qewmawe, gelê heyf e, megiryê herweku baran

Gutî bo xurbet û rûtî nîye efxan û hawarim
Le daxî hakimî xome, le şan û şewketî turkan

Gelêkim bîstuwe pestî û billindîy dewlletan, emma
Cîhan neydîwe pestî wa mîsalî hallî Kurdistan

Le weqtî xoy hemû şa bûn, serapa bêxem û şa bûn
Le cûd da Hatemî Ta’î, le şerr da Rostemî meydan

Le pêşa xakî melaney pilling û şêrî aza bû
Emêsta mar û mêrû, gurg û rêwî lêy deken seyran

Le kiwê ma ne’retey teqle û cilît û rimb û rimbazî!
Le kiwê ma dengî zurrna û deholl û şayî û seyran!

Le harey şeş perr û nerrey siwar û berqî şeşxane.
Le teqqey nall û şeqqey sim, le reqqey tobiz û qellxan

Dehate cunbuş û lerzîn le mahî bigre ta mahî
Le sehra çende wehşî bûn le tirsan çûne ser kêwan

Le rîzî zebir û zengî wan kesêkî tir nebû hergîz
Be şîr û hîşmetî kurd e ke mawe dewlletî Êran

Sera û eywanyan êsta ke lawey kunde bû û cuxde
Eger meydan û dîwan e serapa bûyte cêy doman

Le paşî ew hemû giryan û nalle û zarîye pêm gut:
Ezîzim xem mexo hênde, le sayey rehmetî Rehman

Emîrêk mawe paşa ye. Gutî: Kê ye? Gutim: şêr e
Gutî: Lêre? Gutim: Lêre, heta Taran û Hîndistan

Be xoy şêr e weku nawî, le şerr da duşmin endaze
Temayan her be ew mawe cemî’î xakî Kurdistan

Heçî cêgey umêdman e û ewî dill xoş deka emrro
Kesî dî lew be der nabête xemxorî gelî kurdan

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse