Le Fîraqî Qadirî Westa Xidir

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Le Fîraqî Qadirî Westa Xidir
by Şêx Rizayê Talebanî

Bo nesûtê ciger û bo çî nebê dill be kebab
Bo çî nerrwa le tenim rohî rewan mîslî şehab

Bo le serçaweyî çaw hellnequllê reşheyî xwên
Boç le fewarîyî mujgan netikê qetreyî ab

Bo le ber nalle nebê hellqeyî hellqim be sirûd
Bo le ber girye nebê çeşmeyî çeşmim be serab

Mu’nîsî roj û şewim ba‘îsî aramî dillim
Royî û min le xemî kewtime nêw behrî ‘ezab

Be wiqû‘î seferî Qadirî Westa Xidir
Xaney ‘eyşmî tall kird felekî xanexerab

çeng û ney lê mede ey mutrîb ke le ber fîrqetî ew
Rinekî roh e le giwêm nexmeyî awazî rebab

Saxirî mey mede saqî ke le ber dûrîyî ew
Tall e wek jehrî helayîl le mezaqim meyî nab

Karî kirdin nebû em kare ke gerdûnî denî
Kirdî, rûy reş bê weku bextî min û perrî xurab

Ey Reza reng e le ber fîrqetî ew mu‘nîse to
Qet nebî xallî weku kûre le sozî tep û tab

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse