Le Dewrî Xallekey Kullmî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Le Dewrî Xallekey Kullmî
by Hecî Qadirê Koyî

Le dewrî xallekey kullmî kemarî zullfî danawe
Le ser teswîrekey Adem melek sed ‘uzrî hênawe

şewî mî’racî subhane beqeddî seruy toy zanî
Le sîdre Cubreîl boyê le nîwey rêge lay dawe

Ke şeytan taqî mîhrabî biroy toy dî gutî: Ya reb
Le secdey hezretî Adem serî xom boçî badawe!

Bellam ey wişke şêxanî zemane pêm billên axir
Le ber çî perçemî saqî le subhî cebhe toraw e

Be xeyrez basî ew zare muhîmm e derkî ewzar e
Ewî bîstûme bîstûme, ewî dîtûme damnawe

çi seyyadêk e seyyadî buwe seyyadî ustadî
çi hestî kirduwe hesta çi bazî best û westa we

Were reb’î dill û çawim beheştî rub’î meskun e
Heta dill hez deka bax e heta çaw birr deka aw e

Nîhayet bimkujin wella le maçî lêwî xoş nabim
Ewî Xuwa hez neka nabê, ewî qewmawe qewmawe

Le heqqî meqdemî Hacî qurrî kiwê kem be ser xoma
Dillêkim bû le dinya da ewîş beynêk e tora we

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse