Latê Husn î û Şehê Xuban î

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Latê Husn î û Şehê Xuban î
by Melayê Cizîrî

Latê husn î û şehê xuban î
Bi xwe hem xan î we hem xaqan î
Yûsifê sanî tu îro xanim
Ko bi husna xwe nedêrî sanî

Bi sur û heybet û sehmê xwe perî
Bi te şîn li butan sultan î
Bi tebilxaneyê şah î were text
Ko tu îro şehê Kurdistan î

Kagulê berde bi ser xal û xetan
Ko muselsel binumêt rîhan î
Ismê e'çem te divê çil ism î
Ji du herfan bi mu'emma zanî

çi berat bû we bi ser da kagul-i
çîn bi çîn mest bi tuxra ranî
Te çi hacet bi suleymaniyê husnê
Xatemek le'le bi gewher anî

çi xet eşkeste muselsel ya reb
Ko te pê nesix kirî dîwanî
Gerçî pirxal û nişan î emma
Bi Nişanî ko tu bênîşan î

Ey perî horisiriştê herçend
Bi beşer adem î û insan î
Surrê subhan te ji husnê dinumît
Ehsene l-lah ji sura subhanî

çi heddê 'eql e qiyasê te kirit
Ev e burhan ko tu bêburhan î
Me temenna ji nesîm xakê rehê kir
Pê bikîn dîde û dil nûranî

Nefesek bê te me nayê bi l-lah
Ne tinê rûh î tu rûh û can î
sed hezaran ji te peykan di dil in
Lê li serwê me tinê derman î

Te birînên me kewand dîsa
Ji nû agir te li daxan danî
Te Mela pir di ceger gezme ne lew
We perîşan î we pirêşan î

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse