Kurrêkî Bulxar

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Kurrêkî Bulxar
by Şêx Rizayê Talebanî

Rojî yekşemme ke meşhur e be rojî pazar
Min be xar kewtime dumbalî kurrêkî bulxar

Kurr çe kurr lêwî wek laleyî hemra rengîn
Kurr çe kurr çawî weku nergisî şehla bîmar

Ehlî însaf be Xua reng e çeney bişkênê
Ger kesê bêt û bika qametî teşbîh be çinar

Le hemûy serfî nezer, simt û surînêkî hebû
Nazik û nerm û letîf mîslî tellay destewişar

Xirr û mexirût û mudewer spî û nerm û dûnîm
Herweku komelle befrê ke şeqî key be mişar

Ke be dîqqet nezerim kirde sûrên û kefellî
Herdû çawim perrîye tewqî serim wek segî har

Damenim girt û witim: Merhemet êt ellmasim
Boyle yandirme benî ateşî işqin êle zar

çeşmî cadûyî sîyahit Heme bendest û firîb
Heme nazest û girîşme Heme xwa best û xumar

Benî sedîd êtdî senin dîdeyî ahu rewşin
Ey senin dîdelerin ahuekey şêrî şikar

Sa‘etêk çak le ser û sûretî nehsim fikrî
Pêy witim: Gêt îşte hacî bebe yaxme mî war

Saçme laqirdîlerin haslî yuq aqçe gêtir
Aqçesiz êtme saqin arezûy bos û kenar

Min ke yek parey cilqim le ezel şik nedebird
Pêm wit: îşte kemerimde dolîdir yuz dînar

Soyledim çeşmî heqaretle bene baqme gozim
Merdumî kîn meşew ez merdûmî merdûm azar

Ben buyûg zatî şerîfem wekela xwacesîyem
Ganîwr bendenizî cumleyî şah u xunkar

Elxerez hênde dirom kird û fisûnim bo xwênd
Kewte dûm herweku dûy gurg kewê berxî hejar

Muxteser xoş e qise birdme menzillgehî xom
Girtim û xistim û lêm bird û gunim kird be çiwar

Molletim satê neda ew şewe ta wextî seher
Karî xêrim be mezende guzerî kird le hezar

Wextî sibeynê ke dawênî felek etlesî bû
Her le cê rastewe bû damenî girtim weku xar

çingî wek pencey şahîn le yeqem qayim kird
Destî kirde cez‘ û nallew û hawar hawar

Zeftiye û ehlî mehelle hemû cem bûn le serim
Pirsiyan mal xeber ey zahîdî salûsşî‘ar

Pêm witin: Lem kurre bulxare bipirsin ke le min
çî dewê? Bo çî denallênê weku hewrî behar

çakî kerd perdeyî namûsî witî: Sîktî benî
Wêrmedî pare benî boyle mî qanûnî kîbar

Dêdler Hacî efendî çuçuqin heqinî wêr
Sirr ke faş odî deha faide îtmez înkar

Yuqse pare eger muhletin uç gûn olsun
Heqinî uç gonder wêrmeyesin ey xeddar

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse