Kurdekî Koyî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Kurdekî Koyî
by Hecî Qadirê Koyî

Kurdekî koyî kewtewe yadim
Pêm gut: Aya çi lon e ustadim

Weku bîstî be mîslî hewrî behar
Hate giryan û pêy gutim: Ey yar

‘Alîmî çakman hemû fewtan
Ehlî fetwa musafîrî mewtan

Takî Qur’an bixûndirê be seda
Rezîye llahu ‘eleyhîm ebeda

Ewî mawin le lêwî kendall in
Cahîl û bêwiqûf û mindall in

Nîye îbnî l Esîrê bête keman
Berdî îbnî l Hîcr bikate nîşan

Pak be enwarî ‘alîm in muhtac
Bêdelîl e emêstekê mînhac

Kes nemawe be xeyrî kam Ehmed
şeyxî me’rûf û ‘alîmî erşed

çak e êsta deka le bo kurdan
Tercemey şer’ û ayetî Qur’an

Waqîyene xizmetî le bo Xuwa ye
çi debû ger be kurdî nebiwaye

Her ke way gut weha mukedder bûm
Wam dezanî ke wa le dîn derçûm

Gutim: Êstaş le ser kerî mawî
ça bû mistim neda le nêw çawî

Kurdî axir billê çî ye ‘eybî
Her kelamî heq e nîye ‘eybî

Lefzî kurdî billaw nebû gird bû
Wa le mabeynî ême da tê çû

Le fesahet bila mu’erra bê
çi qîyamet! Be ermenîş nabê

Be zubanî keç û xetî xwarî
Be cerîde û kitêbî xellwarî

çûne rîzî mu’ezzematî mîlel
Weqt e xoyan hîsab biken be duwel

Ya le gell farisî çi ferqî heye
Bo çî ew rast e, bo çî em keçe ye

Ba wicûdî eger bikey dîqqet
Tê degen kam le kamî ye sîrqet

çunke ême qedîmitir în le ewan
Be tewarîxî cumley edyan

Axir em ‘eqlleyan hebû boyê
Ger Suleymanî ye we ya Koyê

Bûne ustadî farisî û tazî
Na geyiştin be fexrekey Razî

çunke sermaye mallî xellqî bû
Weqtê mirdin hemû be hîç derçû

Eme me’lûmî ‘aqill e û mindall
Nîye ‘eybî munaqeşey emsal

Wek mirîşkê ke ‘eqllî neyhênê
Bêt û hêlkey mirawî hellbênê

Wek bigate kenarî cogeleyek
Nayete şiwênî, bimirê, cocelleyek

Cêy eme wişk e, cêy ewî aw e
Tê dega qînig dirranî pê mawe

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse