Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng
by Melayê Cizîrî

Ko işaret bi bişaret bidirit nexmeya çeng
Ji rûyê ayîne'ê dil biretin perdeya zeng

Fehm-i raz er bikirî wer bibehî mujde'ê saz
çeng-i bêperde dibêjit ne ney û nay-i bi deng

Weh ko bê şahid û mehbûbê te 'umrê xwe biwar
Karikê rabe bike weqt e ko êvar e dereng

Berê meqşûdê ji tobê negirîn me'lûm e
Me ji destê xwe yê kutah û ji payê xwe yê leng

Dilê yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî
Eserê dê çi bikit ab-i bi sed qetre li seng

Sîne geh têt ko bi ker bit ew ji derbê muhbetê
Me ceger şubhetê barût e we dil maye pereng

Bi çi rengî me di dil xef bibitin gewhera 'işq
'Aşiqan muhbet û mihra zeriyan kifş e ji reng

Kifş e mecmû' û perîşaniyê halê me di dil
Ji serê zulfa perîşan û ji biska te ye şeng

Ne tinê gezme dibarin me ji qewsê du hilal
Me ji mijganê siyeh têne ceger tîr û xedeng

Mislê wê qewsê hilalê ko du nûn reyhanî
Kê nişan dane ji şîraz û kê anîne ji Yeng

Her li dora hecerê-eswed hebeşan çerx û tewaf
Tên wuqûfa 'erefatê bi sema nûbî û zeng

şef bi şef tirk û muxul doguş û hindî di kemîn
Bi 'eceb hatine cengê hebeş û rom û fireng

Mîr û kirmanc li holan qederek westa ne
Lê di nêvê bi şef û tîp-i 'ereb hatine ceng

Ji goher xunçe koşa'î digirit durcê 'eqîq
Bi şeker xende zenî ger bigirît şekkerê teng

Were bêperde Mela vê xezelê bîne meqam
Herdema bêne sema def bi def û çeng-i bi çeng

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse