Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)
by Melayê Cizîrî

Kes bi dada me nepirsit gilleh û dad-i çi kit
Te nebit dadiresek beyhûde firyad-i çi kit

Bi şirînê negehit dest-i eger Ristem-i bit
Dê bi bazo û milan şubhetê Ferhad-i çi kit

Fa'ilek lazim e da fi'l û eser peydae bit
Ger tu heddad-i nebit kûre'ê heddad-i çi kit

Mumkinek dê hebitin da ko teleb haşil bibit
Seyd û nêçîr ko nebit tole'ê şeyyad-i çi kit

Her gil û seng dibitin zêr-i bi tedbîr-i hekîm
Qabiliyyet ko nebit hikmeta ustad-i çi kit

Kan bi gewher çi bikit gewher eger pak-i nebit
Tu beşîret te nebit sîreta ecdad-i çi kit

Zêr û zêwer dikirin celb-i qulûban haşa
husn û sur zatî nebit qameta meyyad-i çi kit

'Aşiqê mest-i bi 'işqê niye hacet bi meyê
Waridê warid û ehwal-i bi ewrad-i çi kit

Te xered vêkketina yek weliyek murşid-i bit
Salik û talibê irşad-i bi Bexdad-i çi kit

Cehde û se'y û teleb bê eserek şafî nehin
Tu ne bêperdenişîn çaker û qewwad-i çi kit

çi eser dê li berê xare bikit qetre'ê ab
Qelemê me bi du sê qetrey'ê zuhha dê çi kit

Dê ji heq cazibeyek dil bigirit wer ne Mela
Ji ezel ger tu hidayet nebit irşad-i çi kit

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse