Kelleşêrî Neqîb

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Kelleşêrî Neqîb
by Şêx Rizayê Talebanî

Ew be hey‘et kelleşêr e ke be hellmet şêr e
Keremit kirduwe bîstûme desa bînêre

Dû mirîşkîşî legell da ke firîşkî nekewê
Xirtî çend salle ye ellbet be mirîşkan fêr e

Barekella Hesen Axay kurrî Mehmûd Axa
Kefî feyyaz e dillî wasî‘ e çawî têr e

Ne weku şarî Suleymanî ye Koye bekerem
Ne weku Tawiq û Kerkûk e ne wek Hewlêr e

Ew hemû şî‘re ke nardim kelleşêrêkî nenard
Ceddî ‘ela ye neqîbzade ye xoy bêxêr e

Dostan em kelleşêre weku te‘rîfî eken
Bo Reza lazim e em nêreke ye ew nêr e

Hedîyeyekî ke le geref dostewe bê şukrî dekem
Pêy rezamend im egerçî terefêkî kiwêr e

Qafiyey teng e, nezîrey meke şa‘ir zînhar
Ewî lem qafiye bot mawetewe her kêr e

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse