Kelecan

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Kelecan
by Watedar

* * *


Ev çi bajarekî firehe ez kesî nas nakim
Ev çi bajarekî tenge ez nikarim bifikrim
Ev çi bajare hema guregur
Hema quzzulqurt
Jîyanekî reş û spî an boz
Jîyanekî gengeşe û tijî toz
Hema pê şevekî digerim
Şevekî tarî û tarîyekî dereng
Derengîya tarîyêda bêdengîyek
Û dinav bêdengîya tarîda dengek
Dengê zarokek bihata guhê min
Hema nişkeve cîda rabûma pîyan
Di nav bêdengîya şevê da
Min çavê xwe bigeranda
Hema min tu tiştek jî nedîta
Lê tenê bigerîyam
Û min bîrvekira kulê xwe
Belkê biskekî aram bûya dilê min
An jî biskekî kelecan
Yan jî henekî sist bikira êşa zikê min
Tenê bigerîyam
Û tenê kelecan