Keçkê Qizilhesarê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Keçkê Qizilhesarê
by Ceferqulî Zengêlî

Xelko sa we ra bêjim, je halê rozigarê
Dîlwer pirr in le dunyê, dil medin bi her yarê
Teze rasteva hatim, çûme Qizilhesarê
Keçkên wir mîna durnan, ketne rêce-qetarê
Her yêk mûyek xwe biden, sewa perdê dutarê
Perdan girê dem lêxim, sewa têlên nigarê
Melleno û qazîno, herne pêşvazê yarê
Dest we sîne hûn herin, belke je min neqarê
Can û mal payendaz e, sewa şêrînguftarê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse