Ji Rena Nêgizên Tey

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ji Rena Nêgizên Tey
by Melayê Cizîrî

Ji re'na nêgizên tey mest û xwînrîz
Zeman bû 'ehdê ceng engîzê Cengîz

Te canê min divêt ey canê 'alem
Ji min bistîn bi le'lên xwey şekerrîz

Du 'enber bû li şimşadê bi mestî
Vebestin lew hewa bû 'enberamîz

Ji axa asitanê mistekê bîn
Li daxan da bibînim xweş şeba tîz

Tinê Ferhad dizanit lezzeta 'işq
Ko wî can daye şîrînê ne Perwîz

Teb û tabê hezar işkence da dil
Ji şîrazî negahî mestê Tebrîz

Ilahî nêrgiza mey mest û nazik
Ji destê xwar û bedxwahan biparîz

Ko lê têt ew qebayê asimanî
Letîfa şeng û nazik wek belazîz

Sewaşek rêhte dîsa 'alema dil
Bi cadoyê du çeşim fitne engîz

Xebais teb' e ji ehlê seksirişt e
Yeqîn ew ker ji canan lew dikit bîz

Mela canê te çawan pehlewan kir
Li tayê xemriyan zulfa dilawîz

Ji husna bênişan nadî nişanek
Nişanî ger ji dil nek'ra te perhîz

Mebîn ev ger bi şûret ademî ne
Hemî dar in ji êgir ra kirî rîz


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.