Ji Keba Munewwer Xwedê Leylekê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ji Keba Munewwer Xwedê Leylekê
by Mele Xelîlê Sêrtî

Ji Ke'ba munewwer Xwedê leylekê,
Bire Mescîd-ul Eqsa ew lehzekê.

Hemî enbiya lê civan wê demê,
Li wê bû îmamê ewê 'alemê.

Ji wê ew bire Sîdret-ul Munteha,
Bi qabê du qewsan vibal xwe giha.

Bi ruh û cesedve ewî bir siwar,
Bi çavê serê xwe Xwedê dî, du car.

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse