Ji Dest Nefsê Bi Gazindim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ji Dest Nefsê Bi Gazindim
by Mele Xelîlê Sêrtî

لكاتبه الجانى
Mefa'îlun mefa'îlun fe'ûlun

Ji dest nefsê bi gazindim bi kovan
Ewê sebr û qerar nayê çu gavan

Heçî şûla bi cih bo me qe navê
Li şûla xwe mijûl e se't û gavê

Dikit karê xurê rojê ji paşîv
Firavîn hêj nehatî çareya şîv

Li pey xab û xurê ew her dibazit
Ji bo xwe rahetî jî her dixwazit

Li wê hirsek heye bê hedd û xayet
Bi tiştek nakitin esla qena'et

Hebin du tişt divê sê bin ewa dûn
Ku sê bin wê divê bit gencê Qarûn

Ji bo wê 'arifan gotine emsal
Ji bo te jî bibêjim yek du ehwal

Ewan teşbîh kirne ew seya har
B’gerê l’ sehrayekî mazin giyawar

Dixut rub'a ewê sehraê yekcar
Qelew d’bîtin dikit ew bo xoyî kar

Bi wê tirsê di xew ra ew diçîtin
Ewê xwarî dê bêt yan na livîtin

Wereng laxer dibîtin ew ji derdan
Ku namînit ji bil hestî di çerman

Ew e her halê nefsa bed ji hirsê
Mudamî her mijûl e b’ fikrê tirsê

Ji wê mestir me dijmin qet çunîn e
Binisbet wê bizan şeytan çunîn e

Ji ewwel ew didit meylê bi tiştan
Di peyranê dikit şîrîn şeytan

Sifatê wî neqenc nayên e heddê
Beyan nabin li vê tengave 'erdê

Duwazdeh quwwetê heywanî tê da
Hene heft dî tebî'î jî di peyda

Ku 'ern û şehwet û hem deh hewas in
û kêşan girtin û her îndîfa'in

Digel zad xwarin û zêdahî tewlîd
Bi wana ew dikit baxiyy û terdîd

Ji bo wê ra 'îlac û çare nîn e
'îlaca wî bizan av j’ bin birîn e

Heta terka xur û xabê nebîtin
Ji dest wê ma kesek rahet dibîtin

Wekî şaxek ji darê te hilanî
Li şûna wê du-sêkek têne banî

Wekî av jê birî te hişk dibîtin
Ji ew paş av bidî jî nalivîtin

Wekî ew qenc mutî' bû bû wedî'et
Ji bo barî li nik te bê xiyanet

Wekî terxan we nakî tu dizanî
Ji şeyxan her du jî zanîn e canî

Xudê me’w we ji dest nefsê xilas kit
Bi destê şêxekî murşid fena kit

Biheqqê wî nebîyyê pakê ekrem
Xudanê zat û ewsafêt mufexxem

Ji me her weqt sed barî selatan
Li wî bin ew şefî'ê me 'usatan

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse