Ji Bo Te Xwedê Çêkirin Ev Nimêj

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ji Bo Te Xwedê Çêkirin Ev Nimêj
by Mele Xelîlê Sêrtî

Ji bo te Xwedê çêkirin ev nimêj,
Ewin yê nehêlin bibî tu qirêj.

Tu erkan û şertê di wan zebt bike,
Heman weqtê wê hat û lez lê bike.

Tu rabe nimêjke bi qelbek kuşad,
Bi tirs û bi hêvî, eya ze-r reşad.

Bi te'zîm û heybet, huzûr û heya,
Tedebbur bike d'xwendin û hem dû'a.

Gelek minnetê hilgire tu ji wî,
Ku îzna te daye, tu daxîvî wî.

Bike rû, evî qalibê cewherî,
Bide wî Xwedayê ku ew çêkirî.

Hisabke Xwedê te li wê hazire,
Li yumnaye cennet, li çep agire.

Bitirse, ne ku qelbê xafil bikî,
Bi xwe xwe û sezawarê qehrê bikî.

Wekî ku rihabûyî dilşadîbe,
Li tewfîqê Barî şukurdarîbe.

Di pêve du'ayê di merwê bike,
Nimêja xwe jî her cema'et bike.

Li ku dest dide bo te ev terzê genc,
Ku pertalê xwe tu bikî bîstûpenc?

Bi esehh rîwayet bûye bîst li heft,
çi xweş dewlete, ni'metek derbî next.

Wekî ji ferzkî xwe rihabûyî tu,
Ji ferza dû wêre miîheyyabe tu.

Ji subhê heta tavê zikrê bike,
Ji bo xwe hec û 'umreyek kesb bike.

Heçî ku me gotî bi dil guh bidê,
Ewe her riya te, emanê medê.

Kelamek selîse bi cih zebt bike,
Ewe yê ji wertê te xaric dike.

Xelîlî ku ev terz bida'et nebû,
Welê ew bi fermana exxê xwe bû.

"Du sê lefzî gotin ji bo zarûwan,
Ku xwe pê vedin ew ji xerba ziyan".

Ewî navî lê danî "Nehc-ul Enam"
Welêkin ku pê muntefi' bin 'ewam.

Eya wa'izê zu-l fesad û helak!
Tu hemdê Xwedêke 'ela ma hedak.

îlahî digel me bi lutfa xwekî,
Heçî ku sewabe muyesser bikî.

Me nespêrî nefsa me ya bed 'emel,
Ewe yê me waqi' diket der zelel.

çiqa ku dimînin di qeyda heyat,
Di gel me ewî ke ku 'eynê necat.

Nebî pêşê destê xwe me y'rûsiyah,
Nizanin emê dê çi bêjine şah!

Di yewm-il Qiyame me dilşad bike,
Di yumna Muhemmed me derbaz bike.

Gelek hêvîkarê lîqaya teyîn,
Me bê behr û muflis nekî, bendeyîn.

Me û da li babê hemî mu'minan,
Digel ê ku bo me bibêjit du'an.

Efûkî îlahî bi sidq û sefa,
Bibî Cennetê tabi'ê Mustefa.


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.