Ismê Te Ye

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ismê Te Ye
by Melayê Cizîrî

Ismê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da
Herfek qelemê 'ilim bi teqwîmî reqem da

Eşkal û xetên da'ireya nuqteyê 'ilm in
Ev neqş û misalên di xiyalatê 'edem da

Mîm metle'ê şemsa ehed ayîne sifet kir
Lami' ji 'ereb berqê li fexxarê 'ecem da

Da şahidê esma bi hemî wechî binasîn
Yek mestê semed kir bi yekê neqşê senem da

Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima'î
Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da

Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin
Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da

Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da

Yaqûtifiroşan di kef elmas-i şikestin
Ev sefheya elmas-i ko neqqaşî reqem da

Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem
Subhaneke len uhsiye fî şe'nike hemda

Minnet ji Xudayî ko bi ebdê xwe Melayî
Iksîra xema 'işqê, ne dînar û direm da

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse