Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
by Melayê Cizîrî

'Işqê ko bidin bi yek du erwah
Peyweste divê bi hev bin eşbah

Can û cesedan ko ittihad in
We-l-ma'u lehu l-mizacu bi-r-rah

wesla te li can û dil heyat e
Men zaqe merarete n-newa tah

Tenha ne di sîne min xedeng in
Min lehzike fi l-qulûbi ermah

Perwîn ji şefeq seher xwiya bûn
La bid'e we-fîhi minke mişbah

Lew mistu mine l-hewa ke-banin
La bid'e we-qed temîdu erwah

Her şam û seher bi destê xoban
Min xemretina tedûru eqdah

Suyyah-i me dîn di xelwe îro
Ellah ko çi xelwe û çi suyyah

Ifteh bi-liqake qufle qelbî
Fe-l-qelbu lehu liqake miftah

Berqê ko veda ji ber niqabê
Fe-l-lami'u min senahu qed lah

Qews û qezehan numan ji bala
We-l-'enberu min şezahu qed fah

Ayîne dilê Mela cela da
Min tel'etihî fe-qed şefa r-rah

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse