Heyheya Reqs û Semaya Te

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Heyheya Reqs û Semaya Te
by Melayê Cizîrî

Heyheya reqs û semaya te çi xweş bestiye çerx
Ko di bircê bi sema têt li ser destê xwe berx

Sofiyên her di tewafê heceri l-eswed e qesd
Gul û sinbil bi sema tên hemiyan zimzim û çerx

Neqşê elmasî li elmas-i binê girtiye herf
Xettê yaqûtî li yaqût-i şikênandiye nerx

Kerixîn em di qiyamê me ji dil perde dirand
'Arifê weqt im û Me'rûf-i bila bête ji Kerx

Da binasî xeterên rê tu nebî xafil-i jê
Dicle ye lê di pir in bir birê pêl û ber û merx

Pîrê şe'ar e di şi'rê we Melê şalifiroş
Tu nişan min mede Ferxî ko li nik min bûye ferx

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse