Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
by Melayê Cizîrî

Heyf di qeyda xak û gil bit 'arifê çalakê rûh
Dê mucerred bit ko pertew dit ji new ew pakirûh

Qeyd-i xak û gil nebit da bêhicab û perde bî
Mislê bedrê carinan têxit xusûfê xak-i rûh

şem'-i ser nûr nadirit ger ew nekit perhîza dil
zewqa cama 'işqê nakit ger nekit imsak-i rûh

Dil bi tayek nêrgizan de, nazikek terwende de
Gul dikin teşbîhê xaran her xes û xaşak-i rûh

Cama 'işqê pakê rûhanî tuhûra batin e
Ê nenoşî her we ma hetta ebed napak-i rûh

Hey'eta keyf û kemê bêkeyf e keyfa 'arif e
Dê bimînit ger nebit naçar-i bê tiryak-i rûh

Dê bi gulzara cemala sebzipûşan wê çi kit
Ê di mihrê da nebit dil pare pare çak-i rûh

Ber ji can derrakeyek rewşenter û wala divêt
Sûretê husna muqeddes da bikit idrak-i rûh

Ger xeberdar î ji sirra »kuntu kenzen« guh bidêr
Da bi sed torê beyan kit me'neyê »lewlaki« rûh

Lami'ê sirra tecellê ser li torê dil didit
Debt-i nakit wê mecalê sed hezar eflak-i rûh

Herdu îlanên te dî min toqa gerden kir medam
Da mi her bêtin tebessum wek gula dehhak-i rûh

Cewherê husnê eda tenha dibit meqbûl-i teb'
Ger ne şeyqel dit bi nûra 'işqê wek hekkak-i rûh

Dê bi vê endaz û terzê key dibit sihrê helal
Ger ne balateb'-i bit wek pehlewan çalak-i rûh

Dil bi rim aviht û wî lê bar-i kir qewsê şevîn
Dê bidit ber gezmeyan bêsûc-i ew seffak-i rûh

şehsiwar îro kemend avêhtine qelbê Melê
Bend-i nakit xeyr-i firtaka te sed fitrak-i rûh

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse