Hewşekem

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Hewşekem
by Şêx Rizayê Talebanî

Hewşeyekim heye be qeder lepê
Roj ‘îlacî dekem, be şew detepê

Menfez û dirz û awdizî herçend
Deygirim, deykutim, be dest û be pê

şew ke hat dem dekatewe wek har
Wa ezanim seg e û be min ehepê

Ser û rîşim le toz û qisll û geça
Wek pellasêk e pirr le rişk û espê

Xemî şagirdekan ziyatir exom
Gewre her çak e ax le des desupê

Jinî westake bo çi negêm tu Xua
Saq û simtlûs û kuz pirrî derpê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse