Hetîwêkî Sineyî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Hetîwêkî Sineyî
by Şêx Rizayê Talebanî

Diwênê şew bo def‘î hacet çûme hemamî Xefûr
Saderûwêkî tîya bû simt û saqî wek bilûr

Desbecê herwek muhendîs dame ber medî nezer
Her le tewqî seryewe ta nûkî pencey xwar û jûr

çon be hesret gurgî birsî seyrî dûgî merr bika
Semtî simtîm girte çaw û têy defikrîm dûr be dûr

Aqîbet şewq û hewes perdey hîcabî pare kird
Xom kuta dêwane asa bo sera perdey huzûr

Her ke fermûy “Merdumî şarî Sinem”, yar babil im
Hate gerdiş bê tewequf wek ‘emûdî lendehûr

Lêk geyiştîn her le ewwell firseta çûyne xela
Têm kuta û hênam û birdim ta ku jarim kirde jûr

Aferim Westa şefê bo xot û neslêkî hete
Rebî awa bê Sine dûr bê le afat û kudûr

(Wellamî Westa şefêy sineyî bo şêx Reza)

Bem çenebazîte tehqîq e ke zor dûrî le nûr
Qet be rûsûrî le dîwanî Xuda naçye huzûr

Bew şerîkî pakî şeytanîte layiq dozexî
To le ehlî enbiya û ewliyayan dûrî dûr

Bedrewiştîy xo dekeyte xulqî xelqî pirr gunah
Tewqî le‘net bo dexeyte gerdinî xot ey kefûr

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse