Heray Je Dest Felekê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Heray Je Dest Felekê
by Ceferqulî Zengêlî

Heray je dest felekê, Wê nekirim xweşhal e
Carê nekirim xurrem, kirim bê per û bal e
Ce’ferqulî dewêje; herdemê nale nal e
Xwedawenda dewînî, xelayiq le çi hal e
Milvarîyê min qeşeng e, we ewrûyê kevan e
bi çav û bijangên reş, xalek a le rûyan e
Ce’ferqulî denale, ew dexwaze baran e
bi fekê û dutarê kevran tîne ziman e
Ewrek rabe je qible, ewrekî têr û tijê
Ewrek bêwe qarşî ye, pirtirê bigurmijê
Ce’ferqulî dewêje; berxek e, debarijê
Xwedawenda hukim kî berf û baran birijê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse