Her Bilûkêkî Ecem

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Her Bilûkêkî Ecem
by Şêx Rizayê Talebanî

Her bilûkêkî ‘ecem hakimî xemzekene bê
Muxteser perwerşî rohî be awî Sine bê

Na‘îbî giyane billane meke bo xom egefim
Munşî başî şeketim nazirî memto qinebê

‘Eynî serkar û tifengdar e le bo rojî mesaf
şîr û qellxan û qemey simt û surên hoce nebê

Sefî pêş xidmetî ebro be xetî wismekişaw
Dest û pêy noker û eczay hemû xerqî xene bê

Jinî ehlî Sine ye şubheyî pê nawê eger
Nirxî şew şayî yek e û şertî ser û hem bine bê

De‘wetî xan û begî şarî Sine refz e Reza
Bazyanîşî le bo sûreyî serasine bê

Namewê lezzetî ew xake cehenem le sefay
Sa dûsed mertebe wa gûy Xile lew meskene bê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse