Her çi niqutî dilê te

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Her çi niqutî dilê te
by Watedar

* * *


Her çi niqutî dilê te
Gava behr hêdî hêdî bilind dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û bikeve nav jîyanê

Her çi niqûtî dilê te
Gava agir hêdî hêdî sar dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û bikeve nav xeyalan

Her çi niqûtî dilê te
Gava xirabî hêdî hêdî zêde dibû
Behnekî kûr bistîne
Û cî bigre nav başan

Her çi niqûtî dilê te
Gava maf hêdî hêdî ji dest diçû
Bêhnekî kûr bistîne
Û derkeve li qadan

Her çi niqûtî dilê te
Gava ziman hêdî hêdî lal dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û têkeve nav polan

Her çi niqûtî dilê te
Gava zarok hêdî hêdî mezin dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û têkeve nav pîran

Her çi niqûtî dilê te
Gava mirov hêdî hêdî winda dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û here destê dayîkan

Her çi niqûtî dilê te
Gava tren hêdî hêdî dûrve diçû
Behnekî kûr bistîne
Û bikeve nav kesan

Her çi niqûtî dilê te
Gava tav hêdî hêdî geş dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û xwe bide ber sîyan

Her çi niqûtî dilê te
Gava roj hêdî hêdî ava dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û bikeve nav xeman

Her çi niqûtî dilê te
Gava stêrk hêdî hêdî jêrve diçû
Bêhnekî kûr bistîne
Û bikeve nav tikan

Her çi niqûtî dilê te
Gava heyv hêdî hêdî wûnda dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û bikeve nav xewan

Her çi niqûtî dilê te
Bizan ku tu ji wan zêde tiştek nînî
Bêhnekî kûr bistîne
Û jiyan berdevam dike

Her çi niqûtî dilê te
Gava çav hêdî hêdî giran dibû
Bêhnekî kûr bistîne
Û îşev evqas bese