Hecûy Mayne Kiwêt

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Hecûy Mayne Kiwêt
by Şêx Rizayê Talebanî

Mayne kiwêt caran ke detgut rewtî rewtî ahû we
Êste hestanî le ser axurr be yahuyahu we

Qet le yek qasnax kemî co nademê hêşta lerr e
Sallî diwanze mang siwarî nabim û her mandû we

‘Umqî çallî meq‘edî bêşik mesafey qesr ebê
Dirzî derwazey kuzî loçloç be serî yek da çûwe

Ger be awzengî perasûy em ser û ew ser helldirrim
Hênde nabizwê bizanim mawe ya xud mirduwe

Xawenî pêşûşî nazanê ke te’rîx û seney
çend e emma min le pîranî qedîmim bîstuwe

Wextê Nadir şa hicumî kirde ser îqlîmî Rom
Taz e giwa ye ew le kuz dakî xirûcî kirduwe

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse