Hêvî û Tewqe Dikim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Hêvî û Tewqe Dikim
by Melayê Cizîrî

Hêvî û tewqe dikim ez ji xwidana heşemê
Wê nigar û senem û padişeh û muhteşemê

Carinan bendeyê dilşohtiyê mehcûr ve vinêr
Bi lebê le'lê şekerbar û ji 'eynê keremê

Pirsiyarê li me carek bike şîrîndehena min
Ko perêhtîne firaqa te li ser derd û xemê

Er ne hudhud ji Seba bêt û wekî bayê şeba
Dê ji hir kû bigehit dest-i vi peygê heremê

Pirsiyar-i li me bit wer ne xwe mehcûrê xerîb
Dê li kê 'erde bikim vê xem û derd û elemê

Haşa li l-lah ko bikim eşkere van xuşşe û derdan
Wer bisojim ji xemê 'işqê tu ser ta qedemê

Me bi şehrayê wisala xwe derîn tu ji xwidê ra
Wer ne weqt e ko bibîn xerqeê behra 'edemê

Ji gulistana cemala te gulek bête zuhûrê
Ji dinê dê biçitin navê bihişta Iremê

şerha halê xema 'işqa te ji kû tête nivîsîn
Medhê ewşafê cemala te kuca tê reqemê

Wê mecalê ko cemala xwe tecella dikirî
Lazim e secde bibîn ber te di wê gav û demê

Secde bin ber te rewa ye di hemî mezheb û dînan
Kî dibit muşrik û kafir ji wê şêrînifemê

Ger bibim ber te sucûdê di dema keşf û şuhûdê
Mi li dil dê bidirit pertewê nûra qidemê

»Qibletî wechuke fî kullî şebahin we-mesa'«
Bi du ebrûyê te cana dixwirim ez qesemê

Mûyekê ez ji te nadim bi dused Zîn û şirînan
çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê

Te Firing û 'Erebistan û Mecer têk-i standin
Celewê xweş vegerîn, hatiye newba 'Ecemê

Ma ji dîwanê se'adet seh kirî şubhê Melayî
Tu bi navê mi gedayî bikişîne qelemê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse