Hêlîn (Agirê Jiyan)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Gewrê bozê rindikê
Çavreşê cav belekê
Kewê çima dilezînî
Benda kesî namînî
Roniya rojê derew e
Şevên li vir pir tarî ne
Li Çiya zinar ezmanan xînim
Axa jîndarî jî hilweşînîm
Ger bê wargeh bim ezê nemînîm
Li ber bayê zemanan
Berî dayi germiyanan
Ka wer neçe lê dînê
Çileyî germa havînî
Gelek mîna te çûbûn
Mirin ne tu mizgînî