Ger Bibînim

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ger Bibînim
by Pertew Begê Hekarî

Ger bibînim bilbilan nale û efxan dikim
Seyr bikim (e)ger gulan çakê girîban dikim

Lutfeke canan me dî li yek nihanî gelek
Xewfa reqîban heye lew ku weh penhan dikim

'Eqil ji Pertew reva dilbenge kir(e) birîn
şib(h)ê tebîbek nezan hatime derman bikim


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.