Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e
by Melayê Cizîrî

Gerçi bilbil cewherê zatê gul e
Lê gulê rewneq ji 'işqa bilbil e

Guh de zikrê hal û coşa badeyê
Wê bi bilbil ra dixwînit bilbil e

Sosinan sed reng-i avêhtin kemend
Wan nego dil bendê tayek sinbil e

Sinbilan seywan li dêmê taze kir
Afitab îro di Birca sinbil e

Qet verêkê vê demê hadir dibit
Qisseya feslê ne karê sinbil e

'Er'erên rengîn ji tayên sor û zer
Qumriyan sed reng-i şîrîn xulxul e

Remzeya 'işqê ji bala hate xwar
Qudsiyan avêhte çerxê xulxul e

Min di dil nasorekê da hestiyan
La cerem hêj neş'eya daxa kul e

Bilbil û perwane ew feşl û dem in
Cinsê 'işqa min tinê derdê »kul« e

Nêrgiza nazikqed û şehlaya mest
Dîn kirim ez bilbilan sewda gul e

Teb'ê lami'weş zi minnet Bu l-hesen
Min di dest da çu l-fiqar û Duldul e

'Eşqerê bedfi'l-i çî hî kir 'eceb
»Bareke l-lah« xewş bezî espê qul e

Zulf û biskan pir ji min dil bir belê
Rişteya canê Melê ew kagul e

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse