Gava

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Gava
by Watedar

* * *


Ey kanîya ava wî zelal
Tasekî av bide min
Û stranekî bêje bo min
Gava cûk û civîk hûş dibin

Ey bajara kolanên wî ne ewle
Stargehekî bide min
Û dîlanekî bigre bo min
Gava dem û dewran xweş dibin

Ey ken û girînên mane di girkê da
Hestekî bidin min
Û şahîyek bibin bo min
Gava fikr û raman ji hev cûda dibin

Ey gîyana ji laş derdikeve
Slavekî bide min
Û aramî bixwaze bo min
Gava jin û mêr ji dil diqîrin

Ey çîyayê serê xwe bilind kirîye
Hewayekî paqij bide min
Û agirekî hilke bo min
Gava ku der û dor tarî dibin

Ey qûlîlka nu vekirîye
Behnekî xweş bide min
Û serpêhatîya xwe bêje bo min
Gava her der gul û gulîsatan dibe

Ey hevalê serê xwe nişîv kirîye
Derdê xwe bibêje min
Û çîrokekî binivise bo min
Gava heval hêdî hêdî kom dibin

Ey karkerê ked daye jiyanê
Mafekî bide min
Û mil bide milê min
Gava ku kar û bar giran dibin

Ey Yezdanê Dilovan
Şîretekî bide min
Derîyekî veke bo min
Gava şev û roj neçar dimînim

Ey Xwedayê Dilovîn
Destekê bide min
Reyekî bide nîşanî min
Gava welat dike gazîyê min