Felek Be Tîr û Kemanî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Felek Be Tîr û Kemanî
by Hecî Qadirê Koyî

Felek be tîr û kemanî le ême çûyte kemîn
şikargahî zemîn e, le çengî kê we deçîn!

Dexate gerdenî ême mîsalî dabestû,
Gurîsekî bellekî subh û şam û natirsîn

Be huqqebazî û le’bî zemane naxelletêyin
Emêste pê dekenîn û le axîra degirîn

Emîn mebe le sibeynî emet be ser dênê
Hewadîsatî zemane kenayet e texmîn

Wicûdî ême ke rojî heyatî awa bû
Be qîn bizane ke şew lê gerraw û derbeder în

Em erze kone hewar e, xelayiqîş koç e
Tema’î sûrî nebê kes le jêrî çadirî şîn

Dû gez zemîn û sê gez caw û miste xollêk e
Lîbasî pêxef û rayex heta degate serîn

Seba musellemî afaqe qasîdî xureba yî
Enîsî yarî û hemrrazî ‘aşîqî xemgîn

Sibeynê heste meweste xeber bigeyîne willat
Dîyar e çende hezîn û xerîb û bêkeyf în

Ke çûye ser hedî Baban û êlekey Cafan
Bigiryê herweku baranî mahî ferwerdîn

Le qurr binîşe billê: Qewm û qîle haware
Esîr e Keyfî le Roma le hebsî zêrî zemîn

Le kurdî bigre heta turk û ‘areb û ecemî
Le ax û daxî desûtên û şîn deken degirîn

Le kiwêredêyê ke Keyfî tîya bê fîrdews e
Cehennek e ke nema keyfî şarî Qustentîn

Hezîn û derhemî em şare zorî bêgane n
Le hesretî eceba şarezûrî çen degirîn!

Gelê henaseyî kêşa û çawî xoy gêrra
Kesî nedî le ‘eşîret, le daxî çon nemirîn!

Zubanî kurdî û turkî û farisî û ‘erebî
Wehay dezanî weku beytî Xusrew û şîrîn

Emeş delîl e le te’sîrî mersîyey ke gutim:
çiwar zubanî tê da ye qesîdeyî rengîn

Dirêx ve hesret ez an şehbaze sidrenişîn
Bida merg fitad ve bi xak gişt defîn

Zu llewheê xet mewzûnê qit’eê menzûm
Xecel şud îbnu Hîlal ve rewan îbnu Metîn

Be kê billêm ke be Keyfî billê be keyf û sirûr:
Xemî nebê ke felek akîfatî çille guzîn

Cinûbuhum tetecafa ‘en medacî’ihim
Yestexfîrûne leke bîlxiduwwî hetta hîn

‘Eleyye te’lû bî e’la ccûdî ‘îbretuna
Meda zzemanî enûhu niyahe mundibîn

O gun ke asb kelamî zemane eyledî zîn
Kif kifayetî keyfîye vîrdîler dizgîn

Bu gîce keyfî efendî gurindî ru’ya diye
Cinande zimzeî xilman û hure oldî yeqîn

Kesildî matem nezminde zehrenk tarî
Taxildî hisretî nesrinde ‘uqdeî perwîn

Kebîrdir bu musîbet, ‘ezîm waqi‘edir
Sexîr yazînet te’rîxî, xameî mişkîn

Le yek du lawe hetîwî le paş be cê mawe
Yekêkî bîkrî me’anî, duwanî tîflî hezîn

Emin ke mamî ewan im deyandeme udeba,
Kiçanî zadey teb’î letîfî heclenişîn

Welê kurranî reza nîn be xakî rom û dellên:
Le lay wîlayetewe çawenorrî mamî tir în

Qellem şka û murekkeb rija û name nema
Le daxî qafîye ta xoy geyande hah û enîn

Edîb û aqillî lem behre wek “tirrî bin gom”
Gelêkî wun buwe Hacî we çake lêy derçîn

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse