Ez Çi Bêjim (Kes Bi Halê Min Nizane)

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ez Çi Bêjim (Kes Bi Halê Min Nizane)
by Feqiyê Teyran

Ez çi bêjim çi beyan kim
Mexfiyetan ez eyan kim
Sirê Dilî aşkera kim
Kes bi halê min nezane

Çendî bêjim sir û halan
Ax ji destê çavxezalan
Her dinalim mah û salan
Kes bi halê min nezane

Mah û salan ez dinalim
Şev û roj talibwisal im
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nezane

Aşiqê bejna letîf im
Xestehal im pir zeîf im
Mubtela qametelîf im
Kes bi halê min nezane

Mubtela qametfena me
Ji yar û dostan cuda me
Aşiqê nûra Xuda me
Kes bi halê min nezane

Aşiqê sêv û biha me
Ji bo cemala mubtela me
Ger bibînim canfida me
Kes bi halê min nezane

Ew baxê sorgul di nêv da
Yar û mehbûb meşiyan tê da
Xweş e ji keyfa dinê da
Kes bi halê min nezane

Ew mehbûba wek stêra
Tasîra keça mîra
Te helandî Feqê Teyra
Kes bi halê min nezane

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse