Ezîzan

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ezîzan
by Mistefa Begê Kurdî

‘Ezîzan! Min ewa royîm le latan
Le mezllûman billa çoll bê willatan

Ke êwen padişay lutf û ‘edallet
Be xwa heyfe bi rencên gedatan

Egerçî xak û xollî rehguzar im
Be serma xo guzer naka sipatan

Were binwarre çawî pirr le xwênim
Be tefsîlat bibînin maceratan

Ke min royîm Cehennem pirr meken lêm
Le min xallî meken koşk û seratan

Cefatan dam û kujtimtan be zarî
Nizûlî rehmet e cewr û cefatan

Îlahî min bibim rojê dused car
Be qurban! geda û padişatan

Mellên kellkî nebû royî Cehennem
Ser im qellxan e bo tîrî qezatan

Nesîmî koyî to xatir deka cem
Be boy turrey peşêwî paniyatan

Min im serkirdetan bo leşkirî xem
Detirsim min birrom bişkê sipatan

Eger sebr û eger dill bû, weger roh
Hemû royîn, çî ye îtir tematan?

Seferman çunke rêy hat û nehat e
Du'aman bo biken êwew xudatan

Tikay Kurd! weha ye êwe car car
Biken yadî muhîbbî bê riyata

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse