Ey welat

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
please do not remove empty parameters (see the template documentation).
Ey welat
by Watedar

* * *


Gava ez te nebînim diçilmisim ey welat tu ji min ra avî ez ji te ra zelalim
Ez birîndarê evîna te me ey welat tu ji min ra dermanî ez ji bo te dinalim

Xemla bejna te ye beybûn û sosin ey welat tu gula sorî ez şahê bibilanim
Hewar û gazîya min tu yî ey welat tu lehengî ez girtîyê qefesa zêranim

Şêrîna ber vî dilê, ronîya ser vî rûyê tu yî ey welat tu hebî ez nazdar û delalim
Barê nirx giran, agirê geş dike dilan tu yî ey welat tu hebî ez gorî vî bejnubalim

Ez bi te serbilindim, bi te serbestim ey welat tu nebî ez bêkes û lalim
Yek tê, yek bar dike, yek diçe ey welat tu hebî bes ez xewn û xeyalim

Hêvîya ji vî dinê, xwezîya hezar salê tu yî ey welat ez bi te dilşad û serfirazim
Bila kes, kesî nekûje ey welat pêşî ji ta paşî jî ji hemû cîhanê ra aşitî dixwazim

Klama herî xweş tu yî ey welat tu dîwana dengbêjan ez nevîyê Evdalanim
Helbesta herî li hev tu yî ey welat tu Kanîya evînan ez sewîya Xanîyanim

Naqetim ji rêça te, tu yî wargeh ey welat tu livir bî ez li wan deranim
Nadim bêhna te tû parfûman ey welat tu mêrg bî ez pezê koçeranim

Şara serê te ye berfa Çîyayê Sîpanê ey welat tu bûkî ez sewîla noqilanim
Rengê çavên te ye Gola Wanê ey welat tu bigirî ez xwelî ya li ser seranim

Xweşikbûn û bedewbûn li te tê ey welat tu kulîlkî ez li te heyranim
Dilşadî û bextewarî li te tê ey welat tu xem bixwî ez derd giranim

Emr ka çîye çavek vedikî yek digrî diçe ey welat tu rawestgehî ez karwanim
Ez vî jîyana rûmet ji te hîra bûme ey welat tu mamoste bî ez xwendevanim

Bila sî nekeve ser çîyayên te ey welat tu aciz bî ez malik wêranim
Bila ba neêşîne pelên darên te ey welat tu biêşî ez li ser kêranim

Hezar gul kulîlk vedike, deşt û zozan hişîn dibe ey welat tu bihar bî ez gulanim
Bihişta ser vî dinê, xwezîya ber vî dilê tu yî ey welat tu gulistanî ez nav gulanim

Laçika spî, roja şemî min dide nasîn ey welat tu qad bî ez dengê meçhulanim
Şal û şapik li tizba morik tê ey welat tu axa bav û kalanî ez kedkarê vî jîyanim

Erdnîgarîya te li ser agir ava bûye ey welat tu tenûra jîyan ez keça jinanim
Gur û kûçik bila goştê hev bixwin ey welat tu warê şêran ez lawê mêranim

Roja giran radikim rext û çekan ey welat tu stargehî ez ji te ra mertalim
Dirijînim xwîna xwe di rêya te da ey welat tu namusî ez ji te ra helalim

Di qada şer da şêrim natirsim ey welat dîrok min nas dike ez rûstemê zalim
Mirin raste heger bimrim axê ra me ey welat lê bimînim ji ta dost û hevalim

Min avêt ji ser xwe qalikê hezar salan ey welat tu aş bî ez arvanim
Rû spî me, jîrim, ji xwe baverim ey welat tu azad bî ez bextewarim

Mejîyê sed salan nikare dîrokê biguherîne ey welat tu ne çîrokî ez ne zarokim
Zorê kî diçe bila here mejîyê xwe biguherîne ey welat tu Kurdistanî ez Kurdim

Slavên xwe ji min kêm neke ey welat tu bixeyidî ez bê rê û neçarim
Daxwaza Watedar tu yî rabe ser xwe ey welat tu yek bî ez ne çarim