Ey Netê Tû

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ey Netê Tû
by Mela Huseynê Bateyî

Ey ne'tê tû ez erş heta ferşê şehîra
Ey pertewê nûra te cîhan geşte munîra
Ey seyyidê alem bike perwayê esîra
Qed kane leke'l-fedlû lek el cûdû kesîra
Ursilte île'l xelqî beşîren we nezîra

Taha tu resûlê milkê erşê ezîm î
Der behrê kemalî tu tenê durra yetîm î
Lu'lu' sifet î der sedef î behrê kerîm î
Ehsentir î ez Yûsufê sedîqê helîm î
Ma kane leke'l nasû şebîhen we nezîra

Ey serwerê dîn, mehbetê ayatê mukerrem
îsmê te ye hindî sefehan buye mufexxem
Lutfa te şeyatîn ji sema kirne mureccem
Ger tu nebuya qet nedibû çerxê mu'ezzem
Tuba lîmen eşfeqte lehû kunte mucîra

Ey le'elê lebit 'ezmê ji mîmê dike îhya
Cûşan û xurûşan ji firaqa te ye derya
Pur şewq xuhar û bi te ser geşte Sureyya
Herçî ku bi şer'a te 'emeldar e di dinya
Kanet lehum el-xuldû herîren we serîra

Fexru l'mekanê padîşehê textê Medînê
Yek lehze geha erşê xeraman be meşînê
Te çerxê felek bûne ji sergeştî evînê
Xelqê ku neînit bi te îman û yeqîne
Tek bûne xisarat û seyslewne se'îra

Barane selatan ji Xuda subh û 'eşiyya
Ber seyyidê muxtarê Resulê 'Erebiyya
Ber al û eshabê hebîbê Qureyşiyya
Siddîq û çe Farûq û çe' Usman û Eliyya
Kanû leke fî'd-dînî mu'înen û zahîra

Ey seyyidê alem senedê nûra hidayet
Hêvî dikin em ji te ey sedrê rîsalet
Mehrûmî negîrî me ji dîwanê şefa'et
Batî be cehennem bite pur war qiyamet
Qed kunte lehû sume şefîen û zehîra


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.