Ey Şahidê Qudsî

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ey Şahidê Qudsî
by Melayê Cizîrî

Ey şahidê qudsî veke bendê ji niqabê
Ta çend-i we sergeşte bimînin di hicabê

Biskên ji herîrê tu ji nû mawerê lê ke
Zulfên ji 'ebîrê şe ke bavê xem û tabê

Qiştên di xwe çîn çîn bide ber misk û zubadê
Tayên di 'işabê bireşînin bi gulabê

Her yek bi hezar reng-i li bejna te sema tên
Xemrî û lef û şitrî û tayên di 'işabê

Min can yedê beyda ye ji 'îsa çi xeber dim
Min ateşê Mûsa diye gulnar-i şerabê

Minnet ko ji bextê xwe we tali' bi nesîb im
husna te ye îro ji me ra çûye nişabê

'Işqa me ji ber mewc û 'ecacê bûye derya
Wê zîr û zeber kit me bi dest hind û xurabê

Ne çerxê sipihrê ji hewaya te we mihrê
Sergeşte ne ew têk vi me ra şubhê hebabê

Wek ba dilezînî tu kimêdî dibezînî
'Umrê me 'ezîzî bi xwidê bes ke şitabê

Ya pê bi ziyaret bi me de ya serê enguşt
Destê xwe me avêtiye bêçare rikabê

Min rê ji serabê bi şerabê bir û munkir
Hetta bi ebed teşne ceger ma di serabê

Serpoş û qibaba me ye tesbîh û muşella
Wer da bidirînîn li xwe vê perde û niqabê

Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke
Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê

Wer guh bide nayê ko şirînqed di semayê
Pir hel kirine mes'ele vê feslê xitabê

Cama ne şekerleb bi me dit 'eynê heram e
Fetwa we numa haşiyeya şerha-lubabê

Muftî me ney û nay e we ney qewlê qedîm e
Bawer te nehin guh bide ber çeng û rebabê

Nerda me çi bazê binumîtin me ji sazê
Bendên di su'alê we kuşadên di cewabê

Ez çûme serayê ko şirînqed di semayê
Go ev ne Melayê me ye bêperde bila bê

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse