Ewwel Ko Yarê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ewwel Ko Yarê
by Melayê Cizîrî

Ewwel ko yarê da me yek zerreyek 'inayet
Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet

Husn û cemala canan nadêritin tu payan
Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet

Feyda 'ulûmê hikmet cama sedef ko gêra
Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi ayet

'Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî
Xaib nebû ji hişî peyda nekir wilayet

Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat
Kesê bi vî derî ret divê bikit ri'ayet

'Işqê ji herdu çeşman ewwel di dil eser kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet

şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet

Cama di destê şahid jengê ji dil dişûtin
Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir riwayet

Etwarê 'işq û mestî esrar-i butperestî
Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet

Li-yetme'inne qelbî 'eynu l-yeqîn dibexşit
'Eynu l-'eyani divêtin kafî nehin dirayet

Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî
Nadim bi mulkê 'alem yek zerreyek 'inayet

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse