Ew Roje

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Ew Roje
by Hecî Qadirê Koyî

Ew roje be emrî heyyî mennan
Em ‘aleme pakî bû be tofan

Deyyarî nema le cînsî zî rûh
Xeyrî eme hate keştîy Nûh

Ew roje geyişte weqtî me’hûd
Westawe le ser çîyayekey Cûd

Her sê kurrî kirdiyane mesken
Ew cê û mekane mîslî gullşen

Êstake Cizîre bê muhaba
Me’mûrey ewwel e le dunya

Ewlay sehîhan be burhan
Kurd in le mekanî ceddî xoyan

Sukkanî bîladî rub’î meskûn
Bilcumle le mane munşe’îb bûn

Bêtefirete bûn mutî’ û hem deng
Hem meşreb û hem lîbas û hem reng

Ayîn û mezahîb û resaîl
Wa kirdiye fîrqe û qebaîl

Wek xellqî neçûne mullkî edna
Cêy bawkî xoyan kirde me’wa

Arê be hedîs û nessî Quran
Hubbî weten e delîlî îman

Hadîs nîye, esl e giftûgoyan
Mewrûs e le dewrî ceddî xoyan

Êstake ke wa cema’etî wan
Esl in be neseb kerîm û şuc’an

Munqadî ‘ecem, mutî’î rom in
Mehkûmî xerat û hîz û dom in

Teqsîrî ewan nîye emane
Hergîz be te’eccubî mezane

Resmêkî qedîm e dewrî gerdûn
Xesmî nuceba ye, hemdemî dûn

Hacî eminîş mîsalî kurdan
Kewtûme kemendî nefs û şeytan

Lem hebs û kemende fîkrî derçûn
Mumkîn nîye, min yek im ewan dû n

Mewqûf e be rostemî ‘înayet
Muhtac e be hîmmet û hîdayet

Derçem le esîrî mîslî bêjen
Rahî bû be quwetî tehemten

Ey bê bedel û şerîk û tenha
Ma e’zeme şe’nuke te’ala

Te’yîn bike rostemî dîrayet
Tewsen bide xusrewî ‘înayet

Ta kurd û emin le destî dûnan
Derçîn, her etoy rehîm û rehman


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.