Evel Serê Bismillê

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Evel Serê Bismillê
by Ceferqulî Zengêlî

Evel serê bismillê, dewêm “nesruminellah”
Duyem “fethunqerîbun”, “la ilaheillellah”
Ji teyî dil da dewêjim “Elîyen welîullah”
Min qebûl kiriye dînê, Muhemmed resûlellah
Je dû navê Xudawend, dewêm navê Muhemmed
Elî lengerê erşê, Fatime zeyb û zînet
Hesen deryayê hilm û Husên deryayê rehmet
Çûme derê Bihêştê, gotin: Qur'an û itret!

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse