Er’erxerama Bi Qedd û Qamet

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
by Melayê Cizîrî

'Er'erxerama bi qedd û qamet
Yek bûse da me bi sed qiyamet

Yek bûse bexşî ewwel bi ihsan
Axir li min kir curm û xeramet

Ji jeng û zerqê dil da bişûtin
Cama sedef bên rend û keramet

Ji herdu çeşmên tey mest û xwînrîz
Nûra du çeşman kê dî selamet

Li derd û êşan peykan û nîşan
Me ji herdu çeşman kifş in 'elamet

Riswayê 'işqê tenha ne ez bûm
Kes dî zemanan hub bê melamet

Du secde ferd in fi l-hal bibîn ber
Dema xwiya bin ew qedd û qamet

Da 'eybê rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmin biha tesamet

Mela li 'umrê bêfeyde borî
Kêşa bi zor an qehr û nedamet

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse