Em Seganey

From Wikisource
Jump to navigation Jump to search
Em Seganey
by Hecî Qadirê Koyî

Em seganey ke le lay ême wezîr û wikela n
Bêne lay to be Xuda naykeye gawan û şiwan

Eme kermîz e dellên warîşî şer’î nebewî n
Hemû ‘ebdî senem in, basî meke gewrekeyan

Her edîbêk buwe sa Xuwa le demî nawe billê:
Dewlletî dawe be ker, nî’metî dawe be segan

Her kesêkî kes e, nakes nîye, herfêkî bes e
Were ser basî xet û xallî hetîwî xoman

Ey fîday xakî derit tacî Key û mesindey cem
Wey be qurbanî ser û fêsî keçit tacî keyan

Xom be Dara û Eskender û Xusrew nadem
Ger bizanim le ber em dergeye debime segewan

‘Aşiqanî to hemû tîrî nîgahêkî bes e
Were derganekeman damînî tom bimke nîşan

Be umêdî eserî husnî reza deçine willat
şî’rekanim ke serapa weku xom bê serûpan

Nalî û xakî Bebe, Hacî û Koye be mesel
‘Eynî hî Hafiz û şîraz e Kelîm û Hemedan


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.